Li Başûrê Kurdistanê fermandarekî Tirkiyeyê hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê fermandarekî wan ê pilebilind hatiye kuştin.
20.07.2024, Cts - 10:15
Li Başûrê Kurdistanê fermandarekî Tirkiyeyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, serhengê bi navê Abdullah Cem Demirkan 4ê Tîrmehê li herêma operasyona “Pençe Kilîdê” di encama teqîna bombeyeke destçêkirî de birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn, Abdullah Cem Demirkanê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê dihat dermankirin 19ê Tîrmehê miriye.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de li Herêma Kurdistanê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin

 

Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:09