Li dijî HUDA PARê êriş: Kesek hat kuştin û yek birîndar bû

Ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve kesan ve li dijî Serokatiya Şaxê Edeneyê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) êriş hat kirin û di êrişê de Sekreterê Bajêr ê Partiyê Sacît Pişgîn canê xwe ji dest da û Serokê Bajêr Salih Demîr jî birîndar bû.
22.07.2023, Cts - 19:49
Li dijî HUDA PARê êriş: Kesek hat kuştin û yek birîndar bû
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyniya HUDA PARê ku li ser Twitterê hatiye belavkirin, li bajarê Edeneyê, Serokê Şaxê Edeneyê yê HUDA PARê Salih Demîr û sekreterê partiyê yê Edeneyê Sacit Pişgin dema li avahiya partiyê nimêj dikirin rastî êrîşa bi kêran hatin.

Sacît Pişgîn û Salih Demîr bo nexweşxaneyê hatine veguhestin lê tevî hemû hewlan Pişgîn ji mirinê rizgar nebûye.

HUDA PAR dibêje: “Em êrîşkar û zalimên li pişt vî sûcî lanet dikin! Em hêvî dikin ku bûyer di zûtirîn dem de bê ronîkirin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em dê hesab bipirsin

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşê de daxuyanî da.

Halef Yilmaz dibêje: “Serokê me yê Edeneyê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgeha me Sacît Pişgîn dema nimêj dikirin rastî êrîşa bi satiran hatin. Sekretera me Sacît şehîd bû û Serokê parêzgeha me jî birîndar bû. Em dê ji baronên tiryakê yên ku ev kar kirine hesab bipirsin û em dê dev ji meseleyê bernedin.

Ew ne bûyerek ne minferid e. Êrîşkar du kes in. Destên wan kesên qaşo bi siyasetmedar û rojnameger ên ku HUDA PARê kirin hedef jî bi xwîna me pîs bûn. Li Edeneyê trafîka tiryakê ya qirêj heye. Divê berpirsyarên vî karî bên dîtin."

Hat zanîn ku ji êrîşkaran yek hat girtin û êrîşkarê din jî reviyaye. Polîs ji bo girtina êrîşkarê reviyayî dest bi xebatê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:28