Li Duzceyê bi hêza 5.9 erdhej çêbû

Li navçeya Golyaka ya ser bi parêzgeha Duzce ya Tirkiyê ve îro sibehê erdhejek bi hêza 5.9 pile çêbû û di erdheja bihêz de herî kêm 35 kes birîndar bûn.
23.11.2022, Çar - 08:19
Li Duzceyê bi hêza 5.9 erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), erdhej demjimêr 04:08 xulekî de li navenda parêzgeha Duzceyê bi hêza 5.9 pile çêbûye. Kûrahiya erdhejê 10.6 kîlometre bûye û li çend bajarên din jî hest pê hatiye kirin.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku 35 kes birîndar bûne û rewşa tendirûstî ya yekî ji wan xirab e.

Ji ber erdhejê hejmareke zêde ya niştecihên bajêr xwe ji avahiyan xwe avêtina xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:27