Li Edenê bi hinceta DAIŞê 10 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, bi hinceta endamên DAIŞê ne 10 kesên biyanî hatin desteserkirin.
08.06.2022, Çar - 07:19
Li Edenê bi hinceta DAIŞê 10 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor medya Tirkiyê, tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edenê di encama xebatên dijî DAIŞê de 10 kesên biyanî ku pêştir di nav DAIŞê de bûne tespît kirine.

Polîsan îro sibehê 8ê Hezîranê bi ser 10 navnîşanan de girtin û bi hineta endamên DAIŞê ne 10 kes desteser kirin.

10 kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatin birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:17