Li Edenê bi tohmeta DAIŞê 5 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, bi îdîaya ku endamên DAIŞê ne 5 kesên biyanî hatin desteserkirin.
19.07.2022, Sal - 07:27
Li Edenê bi tohmeta DAIŞê 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor medya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Edenê, di çarçoveya xebatên dijî DAIŞê ji bo desteserkirina 6 kesan li bajêr operasyonek kirin.

Di operasyonê de bi îdîaya ku li Iraq û Sûriyê di nav DAIŞê de kar kirine û piştre bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bûne bi ser hejmarek mal de hat girtin û 5 kes hatin desteserkirin.

Ji bo desteserkirina kesekî din jî kar û xebat berdewam in.

5 kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Edenê hatin birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:11