Li Edenê erdhejek bi hêza 4 pileyan rû da
Li bajarê Edenê yê başûrê Tirkiyê erdhejek bi hêza 5.5 pile li gorî pîvera Rîchterê rû da.
25.07.2023, Sal - 06:44
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro danê sibê demjimêr 08:44 li bajarê Edenê erdhejek bi hêza 5.5 rû da.
Da zanîn, navenda erdhejê navçeya Kozan a Edeneyê bû, 11.27 kîlometre di bin erdê de rû daye.
Hat zanîn ku erdhej li Osmaniye û Dîlokê jî hatiye hîskirin.
Heta niha AFAD û hikûmeta Tirkiyê derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî nedane.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:18:37