Li Enqerê bi hinceta propagandaya PKKê 6 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê, bi hinceta li ser medyayên civakî "propagandaya PKKê" kirine, 6 kes hatin desteserkirin.
23.08.2022, Sal - 08:18
Rêveberiya Ewlekariya Enqerê îddîa dike ku li ser 6 hesabên medyayên civakî “propagandrya PKKê” hatiye kirin û wan kesan di operasyonên Sûriyê de piştgiriya PKKê kirine û bêrêzî li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û mezinên dewleta Tirkiyê kirine.
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, bi biryara Serdozgeriya Enqerê ji bo desteserkirina 6 kesan operasyon hatiye kirin û her 6 kes hatine desteserkirin.
Hatiye ragihandin 6 kesên desteserkirî, bo wergirtina îfadeyê bo Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Enqerê hatine veguhastin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û kesên siyasetmedar desteser dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:58:07