Li Hatayê kavilên 173 avahiyan dê bên rakirin

Parêzgariya Hatayê ragihand ku li parêzgehê sibe dest bi rakirina kavilên 173 avahiyan tê kirin.
27.02.2023, Pts - 06:49
Li Hatayê kavilên 173 avahiyan dê bên rakirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Hatayê îro Duşemê 27ê Sibata 2023an derbarê avahiyên di erdheja Mereşê de herifîne daxuyaniyek belav kir.

Parêzgarî di daxuyaniya xwe de dibêje, rakirina kavilên 173 avahiyan roja Sêşemê 28ê Sibatê dest pê dike û eger bixwazin nîştecihên wan avahiyan dikarin ligel vê kar û xebatê bin.

Parêzgarî dibêje, “Di çarçoveya hatiye plankirin de rojên pêş kar û xebatên bên kirin wek lîste dê li ser malpera parêzgariyê bê belavkirin. Eger nîştecihên wan avahiyan bixwazin dikarin ligel karê rakirina kavilan bin.”

6ê Sibatê navend parêzgeha Mereşê du erdhejên mezin çêbûn û li 11 parêzgehan bûn sedema wêraniyeke mezin û nêzîka 45 hezar kesan canê xwe ji dest dan. Kar û xebatên rizgarkirinê dereng destpê kirin û tê pêşbînîkirin ku hê hejmareke zêde ya xelkê di bin kavilan de bin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:11