Li Hatayê qeza: 5 kes mirin

Li navçeya Kumluyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, di qezayekê de 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
25.05.2024, Cts - 10:09
Li Hatayê qeza: 5 kes mirin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, li ser rêya Reyhan-Kirikhanê du otomobîlan li hev xist.

Di vê qezayê de Îsa Şahînoglu û welatiyên biyanî Abdulrahman Hyia, Yaman Hayik, Cumane Hayik û Reyan Hayik mirin.

Îbrahîm Hayik û kesekî ku hîn navê wî nehatiye tesbîtkirin jî birîndar bûn.

Birîndar veguhastin nexweşaneyê û termên miriyan jî rakirin morgê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:13