Li Hatayê zarokek 2 mehî piştî 128 demjimêran bi saxî hat derxistin

Li bajarê Hatayê yê Tirkiyê zarokek 2 mehî piştî erdhejê bi 128 demjimêran ji bin kavilên avahiyekê hat derxistin. Kar û barên lêgerîn û rizgarkirina welatiyên ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an di bi kavilên avahiyên herifî de mane berdewam in.
11.02.2023, Cts - 13:06
Li Hatayê zarokek 2 mehî piştî 128 demjimêran bi saxî hat derxistin
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 11ê Sibata 2023an li navçeya Antakya ser bi bajarê Hatayê tîman piştî erdhejê bi 128 demjimêran, di roja 6emîn a erdhejê de zarokek 2 mehî ji bin kavilên avahiyekê bi saxî derxistin.

Rizgarkirina wê pitika 2 mehî di nav tîmên rizgarkirinê de bû sedema kêfxweşî û kelacaneke zêde. Piştî pişkinên li cihê bûyerê pitika dû mehî bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Bajarê Hatayê yek ji wan 11 parêzgehan e ku erdhejên bi hêza 7.6 û 7.7 ên Mereşê herî zêde zerarên canî û maddî gihandine wê. Herî dawî roja Înê 10ê Sibata 2023an hatibû ragihandin ku li Hatayê zêdeyî 6 hezar û 205 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û zêdeyî 17 hezar û 823 kes jî birîndar in.

Herwiha zêdeyî 2 hezar û 749 avahî tenê li wî bajarê Tirkiyê hilweşiyane. Li Hatayê kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan berdewam in û amar jî kêlî bi kêlî tên guhertin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:42