Li Kocaeliyê ji ber kûçikekî alozî ket navbera xelkê û koçberên Sûrî

Li navçeya Dilovasî ya ser bi parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê ve, ji roja Yekşemê 2ê Temûzê ve ji ber îdîaya ku koçberan jehr dane segekî (kuçikekî), alozî ketiye navbera koçberên Sûriyeyî û xelkê navçeyê. Parêzgariya Kocaeliyê bi daxuyaniyekê red kir, êrîşî ti malekê hatibe kirin û got, 10 kes hatine desteserkirin û dê ji Tirkiyê bên dersînorkirin.
03.07.2023, Pts - 09:11
Li Kocaeliyê ji ber kûçikekî alozî ket navbera xelkê û koçberên Sûrî
Nuçe Belav bike

Hat îdiakirin ku hejmarek penaberên Sûrî yên li navçeya Dilovasî ya Kocaeliyê kûçikek jehrî kirine û ji ber wê yekê di navbera xwediyê kûçik û wan penaberan de nîqaş derketiye. Li gor îdiayan, penaberên Sûrî avêtine ser malekê .

Piştî bûyerê, derengê şeva Yekşemê heta berê sibehê xelk daketin cade û kolanan û bi dirûşmeyên li dijî penaberên Sûriyê meşiyan û daxwaza derxistina koçberên Sûriyeyî kirin.

Serokê Şaxa Rêxistina Ciwanan a Partiya Zafer li Kocaeliyê, Ufukhan Aslan li ser bûyerê ragihand: “Li vê derê segek ku xwediyê wî heye, Sûriyeyiyan jehr danê. Dema xelkê wê taxê nerazîbûn nîşan dan, grûpeke Sûrî ku hejmara wan 150-200 kes dibe, bi kêr û dar û keviran rijiyan ser cadeyan. Vê rewşê xelk aciz kiriye. Serê sibehê zû polîsan midaxele kirin, lê alozî berdewam e. Rêveberiya Polîsan zanyarî dan me ku 10 kes hatine derxistin, hêvîdar im ew hejmar zêdetir bibe.”

Piştî ku dîmenên êrîşa penaberên Sûriyeyî bo ser malekê li ser torên civakî hatin belavkirin, alozî zêde bûn.

Parêzgariya Kocaeliyê daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Êrîş bo ser tu malekê nehatiye kirin. Divê rêz li weşanên provokatîf ên ku rastiyan nîşan nadin, neyê girtin.”

Di daxuyaniya Parêzgariya Kocaeliyê de tê gotin, ku 10 kes hatine desteserkirin û ji bo dersînorkirinê radestî Rêveberiya Koçê ya Kocaeliyê hatine kirin.

Parêzgariya Kocaeliyê dibêje, li ser torên civakî hin wêne û dîmen tên weşandin ku tê gotin kesên biyanî (Sûrî) êrîşî welatiyên Tirkiyê dikin, lê ew yek ne rast e.

Parlamenterê Kocaeliyê yê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan li ser medyaya civakî ragihandiye ku şeva Duşemê 3ê Temûzê welatî li ber avahiya Qeymeqamtiya Kocaeliyê kom dibin û daxwaza derxistina koçberan dikin.

Lutfu Turkkan di twîtta xwe de wiha dibêje: “Bûyerên ku li (navçeya) Dilovasî ya bajarê min Kocaeliyê bi serdegirtina malekê de ji aliyê Sûriyeyiyan dest pê kirin, îşev jî bi derketina xelkê bo nav kolanan berdewam kir. Welatî niha belav dibin. Sibe êvarê jî dê li ber Qeymeqamtiya Navçeyê li hev bicivin û daxwaz bikin ku Sûriyeyî ji Dilovasiyê derkevin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 588 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:17