Li Mêrsînê bi hinceta YPGê 2 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro 2 kes bi hinceta ku di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bûne hatin desteserkirin.
30.11.2022, Çar - 03:41
Li gor medyaya Tirkiyê, Tîmên Reveberiya Ewlekariya Mêrsînê îro 30ê Mijdara 2022an li Mêrsînê operasyonek li dar xistin û bi hinceta ku pêştir “di nav YPGê de cih girtine” welatiyên bi navê N.E. û O.A. desteser kirin.
Di operasyona ku destê sibê destpê kir û 50 polîs beşdar bûn, deriyên malan hatin şikandin û derbasî nav malan bûn.
Li Mêrsînê 25ê Mijdara 2022an jî bi hinceta “propagandaya PKKê” 18 kes hatin desteserkirin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:13