Li Mêrsînê bi hineta PKKê 9 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro 28ê Cotmehê bi hinceta “endamtiya PKKê” 9 kes hatin desteserkirin.
28.10.2022, Cum - 10:53
Li Mêrsînê bi hineta PKKê 9 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi hinceta “endamtiya PKKê” biryara desteserkirina 11 kesan da. Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê, di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de îro danê sibehê dest bi operasyoneke hevdem kir.

Di operasyona ku 200 polîs beşdar bûn, bi ser hejmarek mal de hat girtin û 9 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê hatin birin. Polîs ji bo desteserkirina 2 kesan jî xebatên xwe berdewam dikin.

Li Mêrsînê 25ê Cotmehê jî bi hinceta PKKê 13 kesên ku hatibûn desteserkirin piştî îfadeyên wan 12 kes bi merc hatin berdan 1 kes jî hate girtin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKê xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:31