Li Mêrsînê êrişî mînîbusa YSPê kirin
Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê li dijî mînîbusa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êrişek pêk hat, 5 endamên wê partiyê birîndar bûn û lastîkê otobusê hatine parçe kirin û camê wê hatine şikandin.
08.05.2023, Pts - 04:48
Li gor zanyariyan, bûyer duh Yekşemê 7ê Gulanê li kolana Ataturk a Taxa Yenîmahalle ya Mêrsînê çêbûye.
Hatiye ragihandin, di demekê de ku mînîbusa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk YSP li pişt çiraya trafîkê rawestiaybû, grûpeke 20 kesî ku tê gotin ji navenda hilbijartinê ya MHPê derketine rêya wê mînîbusê birîne û êrişî endamên YSPê kirine.
Li gor agahiyan, wê grûpa 20 kesî bi kêran û daran êrişî nav mînîbusê kirine û ji 7 kesên ku di hindirê otobusê de bûne 5 kes birîndar kirine.
Kesên êrîşkar herwiha camên mînîbusê şikandine û lastîkên wê jî teqandine.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:07