Li Osmaniye 35 koçber ji navenda koçberan reviyan

Li bajarê Osmaniye ya Bakurê Kurdistanê bi dehan koçber ji navendeke demkî ya koçberan reviyan
02.07.2022, Cts - 09:40
Li Osmaniye 35 koçber ji navenda koçberan reviyan
Nuçe Belav bike

Li bajarê Osmaniye ya Bakurê Kurdistanê bi dehan koçber ji navendeke demkî ya koçberan reviyan. Piştî reva wan hejmareke zêde ya xelkê wî bajarî ji bo destserkirinê dan pey wan koçberan û li gor dîmenên li ser medya civakî belav bûne di dema desteserkirinê de beşek ji wan bi hestên nijadperestî ya Tirkan êrîşî wan dikin û dibêjin em we li vir naxwazin.

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî li navendeke demkî ya koçberan a li bajarê Osmaniye ya Bakurê Kurdistanê 34 koçberên ku piraniya wan Efxanî bûn têlbendên wê navendê birîne û reviyane.

Piştî belavbûna nûçeyê hejmareke zêde ya xelkê wî bajarî li kolanan ketine pey wan koçberan da ku wan desteser bikin û radestî hêzên ewlekariyê bikin lê li gor dîmenên li ser medya civakî belav bûne di dema desteserkirinê de bi hestê nijadperestî êrîşî wan koçberan dikin û dibêjin wan naxwazin.

Li aliyê din parêzgariya Osmaniye jî têkildarî mijarê de daxuyaniyek belav kir û got, 35 koçberan xwe ji ser telbendên navenda demkî ya koçberan re avêtine û reviyane, lê tîmên cendermeyan 24 ji wan careke din destser kirine.

Parêzgariya navborî herwiha dibêje li navenda demkî ya koçberan rewş hatiye kontrolkirin û bo destserkirina 11 koçberên din jî lêkolîn berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:18