Li Qeyseriyê otobûs wergeriya: 3 mirî, 19 birîndar

Li bajarokê Pinarbaşi ser bi parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê otobûseke rêwiyan wergeriya û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn. Otobûs ji Meletiya Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Stenbolê ve diçû.
06.04.2023, Per - 05:42
Li Qeyseriyê otobûs wergeriya: 3 mirî, 19 birîndar
Nuçe Belav bike

Bûyer berbanga îro Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an li ser rêya serekî ya Kayserî-Meletiyê çêbû û plakeya otobûsê ya Stenbolê ye û ji parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ber bi Stenbolê ketibû rê. Li navçeya Karahalka ji kontrola şofêr derketiye û wergeriya ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî û tendirûstî gehiştin cihê bûyerê û birîndar bo Nexweşxaneya Pinarbaşi hatin veguhestin. Li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 19 kesên din jî birîndar bûne.

Otobûs ser bi Şaredariya Bagcilar a Stenbolê ye û piştî temambûna erkê wan li devera erdhejê, xwestine vegerin Stenbolê. Li gor amarên Rêveberiya Trafîkê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di sala 2022an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di hezar û 919 bûyeran de canjidestan û herwiha di 195 hezar û 11 bûyeran de jî birîndarbûn hebû. Di wan bûyerên trafîkê yên sala 2022an de bi giştî 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dane 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:23