Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî

Li semta Ortakoyê ya navçeya Beşiktaş a Stenbolê, li hemberî clubeke şahîniyê ya taybet êrîşa çekdarî pêk hat. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin diyar kir ku li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.
01.01.2017, Paz - 06:13
Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî
Nuçe Belav bike

Li navçeya Beşiktaşa Stenbolê li hemberî clubeke navdar êrîşeke çekdar pêk hat. Li gorî nûçeya CNN Turkê êrîşkar bi çeka lûle dirêj êrîş biriye ser clubê. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûne.

Li navçeya Beşiktaşa Stenbolê li hemberî clubeke navdar êrîşeke çekdar pêk hat. Li gorî nûçeya CNN Turkê êrîşkar bi çeka lûle dirêj êrîş biriye ser clubê. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûne.

‘Istıxbarata Amerîkayê Agahıya Vê Dabû‘

Xwediyê cluba bi navê Reinayê Mehmet Koçarslan ji nûçegîhanê Hurriyetê Toygun Atilla re axivî û wiha got: "Bêşerefên ku ketin hundir, bi keleşan gule reşandine. Istixbarata Amerîkayê agahiya vî tiştî dabû me. Di nava hefteyekê, deh rojan de ewlekariya deryayî dinav de hemû tedbîr hatin standin. Piştra çi bû? Ev êrîş li ber çavan çêbû."agahî tên…

Li gorî nûçeya malpera bi navê T24ê, şahidên bûyerê îdiakirine ku du kesên cilên Noel Baba li wan bûn êrîş kirine û beriya êrîşê dengê teqînê bihîstine.'

Îddıaya Ku Êrîşkar Bı Erebî Dıaxıvîn'

Hat diyarkirin ku di dema bûyerê de li clubê di navbera 700 û 800 kesî de însan hebûn û hate îdiakirin ku êrîşkar bi erebî dixavîn. Li gorî nûçeya televizyona tirk a NTVyê êrîşkar an jî êrîşkaran piştî gule bera polîsên li ber derî dan, ket hundir û gule reşand. Piştî êrîşa çekdarî gelek ambulans û ekîbên polîsan çûn ciyê bûyerê û nexweş rakirine nexweşxaneyan.

11 Bırîndar Rakırın Nexweşxaneya Şişli Etfal A Stenbolê

Televizyona CNN Turkê ragihand ku 11 birîndar rakirine nexweşxaneya Şişli Etfalê û di nava wan de hin kesên birînên wan giran hene. Waliyê Stenbolê Vasih Şahin ji bo lêkolînan bike çûye ciyê ku êrîş pêk hatiye. Waliyê Stenbolê piştî ku çû ciyê bûyerê, daxuyanî da çapemeniyê. Şahin diyar kir ku êrîşeke terorê pêk hatiye û di encamê de li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên Waliyê Stenbolê parve kir, di encama êrîşê de herî kêm 40 kes jî birîndar bûne.

Li gorî îdiaya şahêdin bûyerî, di dema êrîşê di hin kesên li clubê ji bo xwe ji guleyan biparêzin, xwe avêtine deryayê.

'Bıryara Qedexeya Weşanê Hat Standın'

Ajansa fermî a dewleta tirk Ajansa Anadoluyê ragihand ku Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyê (RTUK)ê aşkere kiriye ku Serokwezareta Tirkiyê biryara qedexeya weşanê derbarê êrîşa li Stenbolê daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1744 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:52