Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, roja 26ê Sibatê li navçeya Kadikoya Stenbolê bi diruşma “Ne Erdhej Pergala we ya Rantê Dikuje” xwepêşandanek saz kirin. Xwepêşanderan bi sloganên dijî desthilatê dest bi meşê kirin. Lê polîsan rê nedan ku xelk bimeşe û gelek kes desteserkirin.
Di navbera polîs û Parlamentera HDPê Oya Ersoy de nîqaş derket û polîsan Parlamenterên HDPê Oya Ersoy û Musa Piroglu û hejmarek kes dorpêç kirin. Komeleya Hiqûqnasan bo Azadiyê ragihand ku kesên hatine desteserkirin dê bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Vatanê bêne birin û dê pêvajoyê bişopînin.
Her wiha endam û rêveberên TÎPê bi armanca protestokirina firotina çadiran ji aliyê Heyva Sor a Tirkiyê (Kizialy) ve li Stenbolê civiyan û xwestin ber bi avahiya Kizilayê bimeşin. Polîsan rê li ber endamên TÎPê girtin û di nav de rêveberên partiyê herî kêm 150 kes hatin desteserkirin.
Serokê TÎPê Erkan Baş li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye, “Di nav kesên hatine desteserkirin de mexdûrên erdhejê hene. Divê demildest bêne berdan.”
Kizilayê roja sêyemîn a erdhejê bi bihayê 46 milyon lîreyên Tirkî çadirên erdhejê firotibûn Komeleya Ahbapê. Piştî hat zanîn Kizilayê li şûna ku çadiran li mexdûrên erdhejê belav bike, firotine ji her aliyê civakê û siyasetmedaran ve nerazîbûn hat nîşandan.