Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 25 jin hatin kuştin

Li gor agahî û daneyên ku dema mehekê di medya Tirkiyê de hatine belavkirin, meha Adarê ya sala 2022ê 25 jin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.
06.04.2022, Çar - 13:57
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 25 jin hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ji wan jinên hatine kuştin yek Tirkmen, yek Efxanistanî û yek jî Kirgizistanî ye û yên din welatiyên Tirkiyê ne. Ew jin ji aliyê hevjîn, bira, bav, kur û hezkiriyên xwe û hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin.

Ji vê hejmarê 15 jin di mal de hatine kuştin, 10 jê li cihên kar, nav daristanê, kolan û nexweşxaneyan hatine kuştin. Piraniya wan jinan bi çekê hatine kuştin. 10 bi çekê, neh bi kêrê, yek ji balkonê hatiye avêtin û pênc jî hatine xeniqandin.

Di meha Adarê de sê zarok jî ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Zarokek ji wan ji aliyê kesê ku dixwest bi zorê bizewicîne û her du zarokên din ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin. Her di heman mehê de 12 zarokên keç û kur ji aliyê mêran ve hatine çewisandin. Ev zarok li cihên wek dibistan û kolanê hatine çewisandin.

Li gor agahiyên medyayê belav kirine, meha Adarê sê jin rûbirûyê destdirêjiyê bûne. Yek ji aliyê pismam an kurxalê xwe, yek ji aliyê doktorê xwe ve û yek jî ji aliyê şofêrê xwe ve destdirêjî bo wan hatiye kirin. Her wiha pênc jin jî hatine bêzarkirin.

Her di meha Adarê de 51 jin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rûbirûyê tûndutîjiya mêran bûne. Ji van 41 jin ji aliyê hevjîn, hezkirî û hevjînên xwe yên berê ve rastî tûndûtîjiyê hatine. 12 ji van jinan ji ber xwestine ji hevjînên xwe cuda bibin rastî tûndutîjiyê hatine.

Herwiha 39 jin ji aliyê mêran ve hatine birîndar kirin, 20 li derveyî malê û 27 jî li mal bi çek û bi kêrê hatine birîndarkirin. Di heman demê de 39 jin jî neçarî karê seksî hatine kirin. Ji van jinên ku hetine neçarkirin 36 ne xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne. Di nav kesên neçarî karê seksî hatine kirin de zarok jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:02