Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya cotkarên deyndar ji %168 zêde bûne

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di nava deh salên dawî de, rêjeya cotkarên ku ji ber deynên wan erd û baxçeyên wan ketine ber hecizê %168 zêde bûye.
30.06.2022, Per - 15:33
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya cotkarên deyndar ji %168 zêde bûne
Nuçe Belav bike

Parlamenterê CHPê ê Enqerê Nihat Yeşil, pirsnameyek li ser vê yekê pêşkêşî parlamentoyê kir û xwest ku Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum bersivê bide.

Wezîr di bersiva xwe de ragihand ku sala 2012an milyonek û 382 hezar û 949 milk hatibûn hecizkirin û ev hejmar sala 2022an gihîştiye 3 milyon û 709 hezar û 54an.

Di nava deh salên dawî de rêjeya erd û baxçeyên ku ji ber deynan dest danîne ser ji sedî 168 zêde bûne.

Sala 2012an rêjeya erd û baxçeyên hecizkirî di nava erdên giştî de %3.6 bû, ev rêje sala 2021ê gihîştiye ji sedî 9.7an

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 578 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:45:45