Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma Zap, Metîna û Avaşînê leşkerekî wan hatiye kuştin.
21.08.2024, Çar - 09:58
Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, çawîşê pispor ê bi navê Muhammed Emin Onk 3yê Tebaxê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” di encama teqîna bombeyeke ku ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatibû çandin birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn ku Muhammed Emin Onk duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:43