Şaxa Lêpirsîna Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta ku alîkariya malbatên girtiyên siyasî tê kirin lêpirsînek da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 6 kesan de biryara girtinê da.
Polîsan ji bo desteserkirina wan dest bi operasyonekê kir.
Di operasyonê de Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Alîkariyê ya Girtî û Malbatên Girtiyan Nilay Guleser û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkaya jî di nav de bi giştî 5 kes hatin desteserkirin.
Ji bo desteserkirina kesekî din jî operasyon berdewam e.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh jî li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 98 kes desteser kirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.