Lûtkeya Bazirganiyê ya Iraq û Tirkiye li Mêrsînê birêve diçe

Lûtkeya Bazirganiyê ya Iraq û Tirkiye li Mêrsînê birêve diçe û ji Herêma Kurdistanê jî rayedar û berpirs beşdar bûn ku mijara sereke pirsgirêkên li deriyên gumrikê ye.
22.10.2022, Cts - 06:33
Lûtkeya Bazirganiyê ya Iraq û Tirkiye li Mêrsînê birêve diçe
Nuçe Belav bike

Di lûtkeya ku li oteleke bajêr hat organîzekirin, Wezîrê Karûbarên Etnîkî û Olî yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, Wezîrê Geşepêdanê yê Herêma Kurdistanê Dana Abdulkerîm, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Rêveberê Giştî yê Hinardekirina Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê Mehmet Alî Kiliçkaya, Serokê TISÎADê Mehmet Salih Çelîk, Serokê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a TISÎADê Mehmet Selahattîn Balkan, Serokê Konfederasyona Karsazên Tirk (TURKONFED) Suleyman Sonmez, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Mêrsînê (MTSO) Ayhan Kiziltan û gelek karsaz beşdar bûn.

Hat diyarkirin ku di lûtkeyê de ne tenê pirsgirêka vîzeyê ya di navbera her du welatan de hatiye gotûbêjkirin, her wiha gumrik û derengketina gumrikê jî hatine gotûbêjkirin.

Berpirsê TISIADê yê Duhokê Sekban Aban Axa ku di lûtkeyê de bû, li ser lûtkeyê daxuyaniyek da Rûdawê.

“Pirsgirêka herî girîng derengketina deriyan e”

Berpirsê TISIADê yê Duhokê Sekban Aban Axa ji Rûdawê re got, “Ji bilî vîzeyê, ya herî girîng derengketina deriyên gumrikê ye. Gelê me heta ku digihijêne Tirkiyê êşeke mezin dikişînin. Demsal ferq nake, aliyê Tirkiyê ferq nake kî çi ye; karsaz, nexweş an malbat ew li wê nanêre. Ew bi her kesî re heman tiştî dike. Ne tenê li aliyê Tirkiyê, li aliyê Herêma Kurdistanê jî heye lê li aliyê Kurdistanê tu 6-7 demjimêran nasekinî. Efserek bi hezaran kesan re mijûl bibe. Divê ev bê zêdekirin. Di vê lûtkeyê de rayedarên her du aliyan amade ne. Di vî warî de ji bo pirsgirêkên li deriyên gumrikê jî dibe ku werin çareserkirin. Rayedarê Wezareta Bazirganiyê hatiye, ez hêvî dikim sibe yên din jî werin. Em ê pirsgirêkên heyî bigihînin wan.”

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir: Me daxwaz kir ku vîze bê rakirin

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji Rûdawê re got, “Rêkxistina civînên bi vî rengî ji bo pêşxistina têgihiştineke hevbeş girîng e. Di derbarê astengiyên li pêşiya ji holê rakirina kêşeyan, xurtkirin û pêşxistina têkiliyên bazirganî de hin biryar têne girtin. Lêbelê, pêkanîna van biryaran wek pirsgirêkeke mezin dimîne.”

Heval Ebubekir diyar kir ku armanca sereke ya beşdarbûna vê lûtkeyê pêşxistina peywendiyên bi Tirkiyê re di pîşesazî, bazirganî, geştyarî û gelek beşên din de ye û anî ziman, “Di lûtkeyê de me daxwaz ji Tirkiyê kir ku rakirina vîzeyê ya ji bo welatên cîran û ji bo welatiyên Iraqê jî bike. Duyem, me hêsaniya gumrikê di warê bazirganî û geştiyariyê de di navbera her du welatan de diyar kir û ya sêyem jî, divê Tirkiye jî mîna welatên Ewropayê di warê tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê de (av, elektrîk) li herêmê hin projeyan pêş bixe.”

Iraq yek ji mezintirîn bazarên Tirkiyê ye ku salane zêdetirî 11 milyar dolar danûstandinên nîv bazirganî di navbera wan de tê kirin. Her du welatan danîne ber xwe ku rêjeya bazirganiya di navbera xwe de bigihînin 20 milyar dolaran.

Di Lûtkeya Bazirganiyê ya Iraq û Tirkiye de wê pirsgirêkên karsaziyê û pirsgirêkên weke zehmetiya peydakirina vîzeyê jî bêne gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:39