Li Tirkiyeyê perwerde tenê bi zimanê Tirkî tê dayîn û rê nayê dayîn ku Kurd û neteweyên din bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.
Malbatên Kurd yên li Stenbolê, ji ber perwerdeya Tirkî ya mecbûrî bi gilî û gazin in. Ew dixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.
Perwerdekar destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî li gorî pedagojiyê ye û lazim e ku her netew bi zimanê xwe bêne perwerdekirin.
Aslan Dilenê ku ev 25 sal in li semta Tarlabaşiyê ya Stenbolê dijî, di roja ewil a perwerdeyê de çûye pêşiya dibistanê da kurê xwe yê Umut bigre bibe malê.
Umutê ku diçe pola 4an, heta dest bi dibistanê dike jî li malê bi Kurdî dide û distîne lê ew jî wek bi mîlyonan zarokên Kurd li dibistanê di encama perwerde û hîndekariya zimanê Tirkî de, ji xeynî çend peyvan êdî nikare bi Kurdî biaxive.
Xwendekarê Kurd Umut Dilen got, “Ez Kurmancî hindik dizanim. Ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînim.”
“Zimanê her kesî heye lê zimanê me Kurdan nîne”
Welatiyê Kurd Aslan Dilen jî da zanîn ku ew li malê bi Kurdî diaxivin û got:
“Em li malê bi Kurdî xeber didin da zarokên me zimanê xwe winda nekin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibînin. Zimanê her kesî heye lê zimanê me Kurdan tune ye. Ev tişt neheqî ye.”
Malbatên Kurd ji ber perwerdeya Tirkî bi gazin in
Malbatên Kurd ên li Stenbolê, ji ber perwerdeya Tirkî ya mecbûrî bi gilî û gazin in. Ew dixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.
Malbat didin zanîn, dema zarokên wan li dibistanê dest bi perwerdeyê dikin têkiliya wan û zarokan ji Kurdî êdî derbasê Tirkî dibe û ev yek dibe sedema asîmîlebûna zarokên wan.
Dayika Kurd Sebihayê jî got, “Bi her awayî zarok dikarin Tirkî hîn bibin. Bila zarok Kurmanciya xwe jibîr nekin.”
“Em dersa Kurdî dixwazin”
Dayika Kurd Aynurê jî got, “Em dixwazin zarokên me bi Kurmancî jî derse hildin. Em hez nakin ku zimanê dayikê winda bibe.”
Dayika Kurd Medihayê jî anî ziman, “Çawa her kes bi zimanê xwe xeber dide û perwerdeyê dibîne, em jî dixwazin wisa zimanê xwe fêr bibin. Em vê yeke ji her tiştî pirtir dixwazin lê ji deste me tiştek nayê.”
Xwendekara Kurd Dilarayê jî got, “Ez Kurmancî dixwazim.”
Xwendekarê Kurd Ehmed jî got, “Eger em bi Kurmancî xwendin û nivîsandinê hîn bibin wê gavê dê Kurmanciya me pir bipêş bikeve.”
Sendîkaya perwerdeyê EGITIM-Sen, salên dirêj e ku li Tirkiyeyê têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî dide.
“Lazim e her netew bi zimanê xwe bê perwerdekirin”
Perwerdekar destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî li gorî pedagojiyê ye û lazim e ku her netew bi zimanê xwe bêne perwerdekirin.
Derbarê vê mijarê de Sekreterê Şaxa 7an a Egitim Sen a Stenbolê Yakup Kaya got:
“Lazim e ku her zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin. Jixwe yek ji esasên zanista pedagojiyê ev e ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin.”
Di 11ê îlonê de li tevahiya Tirkiyeyê 20 milyon û 481 hezar xwendekar li pêşdibistan, dibistanên seretayî, navîn û li lîseyan dest bi perwerdeyê kirin.
Hejmara mamosteyan jî milyonek û 178 hezar in lê ji bo dersa bijarte ya Kurdî bes 132 mamosteyên zimanê Kurdî hatine erkdarkirin.