Lê nebûna mamosteyên Kurdî li wan dibistanan astengiyeke din a mezin e li pêşiya zimanê Kurdî.
Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê dibêje ew li gor daxwaza li ser zimanê Kurdî mamosteyan erkdar dikin.
Mamosteyên Kurdî jî bi rêya Rûdawê daxwazê ji malbatên Kurd dikin ku bibin bersiv bo van hincetên wezareta navborî.
Mamosteya Kurdî Milkiya got “Dema hûn dersên Kurdî hilbijêrin, mamosteyên Kurdî dê bên damezrandin. Eger hûn dersên Kurdî hilnebijêrin em nayên tayînkirin."
Mamosteyê Kurdî Seyfullah Tutan dibêje “Em ji hemwelatiyên Kurd daxwaz dikin dersa Kurdî hilbijêrin daku mamosteyên Kurdî bên damezrandin. Me par jî ev gotina xwe anî ziman, lê Wezareta Perwerdê got zarokên Kurd dersa Kurdî hilnabijêrin."
Niha li zanîngehên Mêrdîn, Muş, Çewlîg û Dêrsimê beşên mamostetiya Kurdî hene.
Herwiha ligel wan 4 zanîngehan li zanîngehên Amed û Wanê jî xwendina lîsansa bilind a bi Kurdî heye.
Li gor amarên Rûdawê bidest xistine ji wan zanînegahan heta niha derdora hezar mamosteyan derçûne.
Lê tenê derdora 89 ji wan hatine damezrandin.
Di salên destpêkê yên vebûna beşên Kurdî de kontenjan hemû tije dibûn. Beşek ji kesên ku dixwestin jî nedikarîn li beşên Kurdî bicîh bibin, lê niha ji ber ku mamoste nayên demazrandin roj bi roj hejmara xwendekar û derçûyên beşên Kurdî kêm dibe.
Mamosteyê Kurdî Ozkan Taşkopru anî ziman “Em 26 kes ji polê derçûn. Lê tenê 3 mamoste hatin damezrandin. Di nav 26 kesan de damezrandina 3 kesan zilmeke mezin e.”
Berdevkê Hezkurdê ku dû sal in bo dersên bijarte li qadê kampanyayan dimeşînin ji Rûdawê re ragihand ku sala borî derdora 25 hezar xwendekaran dersên Kurdî hilbijartine. Pêdiviya wan xwendekaran bi 200 mamosteyan Kurdî hebû, lê di wê salê de tenê 3 mamoste hatine damezrandin.