Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsa DHKP/C hat desteserkirin

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, ku di operasyonekê de hêzên ewlekariyê yên wî welatî "Berpirsa Tirkiyê" ya rêxistina DHKP/C hatiye desteserkirin.
28.11.2022, Pts - 12:09
Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsa DHKP/C hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro di nûçeyekê de ragihand, ew berpirsa HDKP/C di operasyoneke hevbeş a saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Asayişê de li bajarê Stenbolê hatiye desteserkirin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, navê wê berpirsa DHKP/C ku hatiye desteserkirin, Gultekîn Matur e.

Hatiye ragihandin, bi tohemta "endamtiya di rêxistineke çekdar a terorîst de", derbarê Gutekîn Matur de biryara desteserkirinê derketibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:13