Mem Ararat: Konsera me ya Bursayê hat qedexekirin

Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser hejmara xwe ya medyaya civakî “Twitter” daxuyaniyek da û diyar kir ku konsera wî ya ku dê di 29'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Çandê ya Bursayê Merinos Ataturk bihata kirin, hatiye betalkirin
26.05.2022, Per - 12:06
Mem Ararat: Konsera me ya Bursayê hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser hejmara xwe ya medyaya civakî “Twitter” daxuyaniyek da û diyar kir ku konsera wî ya ku dê di 29'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Çandê ya Bursayê Merinos Ataturk bihata kirin, ji aliyê Walîtiya Bursayê ve bi hinceta "ewlehiya giştî" hatiye betalkirin.

Mem Ararat diyar kir, ev biryar di bingeha xwe de dijayetî û dijberiyê dihewîne.

Her wiha Mem Ararat got jî: “Lê em ê tu carî xwe jê nedin paş û stranên xwe bi hemû zaravayên zimanê xwe bibêjin, bila qet gumana kesî tune be.”

Ev yek di demekê ye, Li Tirkiyê di demen dawî de hejmarek ji konser û şanoyên Kurdî hatin qedexekirin, wek konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan li Kocaeliyê, konserta hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman û şanoya Kurdî ya Tîma Şanoyê ya Amedê li Mûşê.

Resim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:45