Mesîh: Gelo mafê 40 milyon Kurdan nîne daxwaza dewletê bikin?

Hasan Mezarci ku di heman deme de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wek “Mesîh” jî tê naskirin ji bo Kurdan dewlet xwest.
04.06.2022, Cts - 06:30
Mesîh: Gelo mafê 40 milyon Kurdan nîne daxwaza dewletê bikin?
Nuçe Belav bike

Hasan Mezarci ku wek “Mesîh” jî tê naskirin di derbarê mafê dewletbûna Kurdan de diyar kir ku “40 milyon Kurdên ku li herêma me mafê wan tine dewlet an federasyonê bixwazin, wisa? HEY HOVNO.”

Hasan Mezarci ku di heman deme de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wek “Mesîh” jî tê naskirin ji bo Kurdan dewlet xwest.

Hasan Mezarci li ser hesabê xwe yê Tweitterê di derbarê mijarê de parvekirinek kir û tê de dibêje “Dewletên Tirk, Ereb û Farisan heye! Dewletên serbixwe an jî federatîf yên Albanya, Boşnak, Gurcî û Çeçenan hene! Li Kibrisê dewleta serbixwe ya 200 hezar Tirkan heye! 40 milyon Kurdên ku li herêma me mafê wan tine dewlet an federasyonê bixwazin, wisa? HEY HOVNO.”

Di beşeke din a tweeta xwe de Mesîh wiha got “Dewleta Komara Tirkiyê li şûna ku pirsgirêka Kurd bi formula aştiyane çareser bike, hewldana çareserkina pirsa Kurd bi ferzkirina netew-dewletê bûye sedema windahî û êş û azarên mezin! Ji bo ev şer bi formula aştiyane ya ku Kurd tê de bên temsîlkirin bi dawî bibe, deynê stuyê dewleta Komara Tirkiyê ye!”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:28