Mînîbusa karkerên Rihayî qeza kir: Miriyek û gelek birîndar hene

Mînîbusa karkerên çandiniyê yên demsalî yên ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, li bajarê Tokatê qeza kir.
05.09.2024, Per - 10:54
Mînîbusa karkerên Rihayî qeza kir: Miriyek û gelek birîndar hene
Nuçe Belav bike

Mînîbusa Cengîz G. dijajot ku karkerên findiqan ên Rihayî ji bajarê Orduyê vediguhast li navçeya Nîksarê ya Tokatê wergeriya.

Li ser agahdakirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de Eylem Debeka 5 salî canê xwe ji dest da û 25 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midexaleya ewil, birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîksarê.

Heta niha derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.

Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:22