Namzedê Şaredarîya Stenbolê yê HAK-PARê Seredana PWKyê Kir

Namzedê Şaredarîya Stenbolê yê HAK-PARê Seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)Kir
06.03.2024, Çar - 14:30
Namzedê Şaredarîya Stenbolê yê HAK-PARê Seredana PWKyê Kir
Nuçe Belav bike

Namzedê Şaredarîya Stanbolê HAK-PARê Mustafa Aytaş, li gel Serokê Teşkîlata Stenbolê yê HAK-PARê Ahmet Ergîn û rêvebirê HAK-PARê yê Stenbolê Muhlîs Nûrçîn roja 06.03.2024ê seredana Nûneratîya Stenbolê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Namzedê Şaredarîya Stanbolê HAK-PARê Mustafa Aytaş ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kir.

Mustafa Aytaş di derbarê hilbijartinan de bîr û rayên xwe anî zimên, behsa projeyên xwe kir û daxwaz kir ku PWK di hilbijartinên herêmî de piştgirîya wî bike.

Heyeta PWKyê jî, bi xêrhatina heyeta HAK-PARê kir û bi kurtayî behsa sîyaseta PWKyê ya di derbarê hilbijartinên herêmî kir. Heyeta PWKyê girîngîya wê sîyaseta ku PWKyê bi şîara ‘’Ji bo em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, bajarê xwe bi hev re îdare bikin werin em Platformên Herêmî yên Hilbıjartinê ava bikin’’ dîyar kiribû anî zimên. Heyeta PWKyê got ‘’Pêknehatina Paltformên Herêmî, ji bo hemû gelê me qeybeke mezin e’’.

Hevdîtina heyeta HAK-PARê û heyeta PWKyê di atmosfereke dostane de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 848 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:33