Nasnameya qurbaniyên qezaya Mêrsînê diyar bû

Nasnameya qezaya Mêrsînê diyar bûn û cenazeyê 9 kesan ji bo bajarên wan hatin şandin.
27.05.2024, Pts - 15:20
Nasnameya qurbaniyên qezaya Mêrsînê diyar bû
Nuçe Belav bike

Doh berê êvarê li bajarê Mêrsînê li ser rêya Tersûs-Edene-Dîlokê (TEG) gelek wesayît li dûv hev qeza kiribûn.

Li devera Yenîceyêyê ya Otorêya TEGyê, otobusa rêwiyan a kompanyaya Star Diyarbekirê ji rê derket û derbasî şirîta din bû ku ji hemberî ve wesayît dihatin.

Di qezayê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest da û bi 40 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê 8 kesan ji bo Amedê hat şandin

Li gorî zanyariyan navên wan kesên canê xwe ji dest daye wiha ne: Serhat Taraman, Elîf Taraman, Îpek Taraman, Ozan Kiliç, Bîrsen Çîftsuren, Sultan Acet, Taha Acet, Mehmet Kaplan, Halîl Şîmşek, Ayla Çelîk Teymen

Cenazeyê Ayla Çelîk Teymenê li nexweşxaneyê ye û cenazeyê Halîl Şîmşek ji bo Edeneyê û cenazeyên 8 kesên din jî bo Amedê hatin şandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 683 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:58:27