Navbeynkarî tê kirin ji bo ku endamên MÎTê bên berdan

Berdevkê Fermî yê YNKê Sedî Ehmed Pîre di derbarê dîlgirtina endamên Istixbarata Tirkiyeyê (MIT) û Referandûma Herêma Kurdistanê de axivî.
23.09.2017, Cts - 12:52
Navbeynkarî tê kirin ji bo ku endamên MÎTê bên berdan
Nuçe Belav bike

Pîre axaftina xwe ya Spûtnîk'ê de piştrast kir ku du endamên MÎTê li herêma Dûkanê ji aliyê PKKê ve hatine girtin û wiha got: "Belê 2 endamên Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) bê agahiyan bidin Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hatine bajarê Silêmaniyê û li herêma Dûkanê ji aliyê endamên PKKê ve dîl hatine girtin."

"HÎN ENDAMÊN MÎTÊ NEHATINE AZADKIRIN"

Rayedarê YNKê diyar kir ku hewl tên kirin ku herdû endamên MÎTê bên berdan û got: "Niha ji bo azadkirina wan guftûgo berdewam dikin. Lê heta niha nehatine azadkirin û gûftûgo berdewam dikin."

Herwiha Pîrî destnîşan kir ku hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê navbeykarî bo azadkirina endamên MÎTê dikin.

Di derbarê girtina buroya YNKê ya li Enqereyê de axivî û got: "Têkiliya girtina nivîsgeha me bi dîlgirtina endamên MÎTê ve tine ye."

"EM Ê JI GELÊ XWE BIPIRSIN BÊ ÇI DIXWAZE"
Li ser pirsyara referandûma jî, Pîreyî got, "Mebesta referandûmê ew e ku em ji gelî biprsin bê çi dixwaze. Piştî referandûmê planên me ew e ku em li gel Bexdayê gotûbej bikin. Herêma Kurdistanê naxwaze bi hêz û şerî pirsgirêkan çareser bikin, em dixwazin bi rêyên danûstandinê çareser bikin".

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:52