Înisîyatîfa piştgiriya referandûmê li Êlih'ê dest bikar kir

Li Kurdistan û cîhanê piştgiriya ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Bi armanca piştgiriya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku wê di 25ê Îlona 2017an de pêk were li Batmanê roja Sêşemê (08.08.2017) Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê hat lidarxistin û înîsiyatîfê ji bo piştgiriya referandûma serxwebûnê dest bi serlêdanên xwe kir.
18.08.2017, Cum - 10:54
Înisîyatîfa piştgiriya referandûmê li Êlih'ê dest bikar kir
Nuçe Belav bike

Heftenameya Bas'ê ligel înisiyatîfa Referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê re hevpeyvînek pêk anî. Her wiha tê gotin ku herêma bakûr piştgiriya Referandûma Serxwebûnê xurt e û xebat jî her ku diçe mezintir dibin.

Înîsiyatîfê bi giştî ragihand ku ew di bin banê Înîsiyatîfa Referandûma Serxwebûnê ku li Diyarbekirê hatibû avakirin de xebata xwe dê bimeşîne û armanca wan ew e ku; piştgiriya Kurdên Bakur ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin û li cîhanê rabigihînin ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê mafekî xwezayî û rewa ye.

Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu dibêje, armanca avakirina înîsiyatîfê him avakirina rojevekê li Tirkiyeyê ye û him jî ji bo ku helwesta dewleta Tirkiyeyê ber bi erênî ve bê guhertin dê xabatan bikin û wiha diaxive: “Em ê ji bo avakirina rojevekê li Tirkiye û bajarên Kurdan bê avakirin xebatan bikin. Elbet wê referandûm ne li vir pêk were lê em ji bo nêrîna dewleta Tirkiyeyê biguherînin xebatan dikin. Em ne li ser navê partiyekê an jî tevgerekê tevdigerin. Ev înîsiyatîf e û bi giştî ji kesên xwebexş pêk tê.” Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu di derbarê xebatên înîsiyatîfê de wiha diaxive: “ Însîyatîf dê serdana sazî û partiyan bike. Yekem xebata xwe jî kir û çû serdana Baroya Batmanê. Em ê panelekê jî lidar bixin. Bi rastî jî dema em diçin cem gel û saziyan em dibînin ku helwesteke erênî heye li hember referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê. Bi rastî jî tevecûheke xweş heye di nava gel de. Xwezî lêpirsîneke fermî bihata kirin lê mixabin ew tune ye. Ez dikarim vê bibêjim ku nêrîneke xweş li hember referandûma serxwebûnê heye.”

Kurdolog Evîndar Tekîn di derheqê xebat û armanca înîsiyatîfê de wiha diaxive: “Înîsiyatîf di 8ê Tebaxê de weke şaxa Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya ku li Diyarbekirê hatibû lidarxistin xwe ragihand raya giştî. Armanca Înîsiyatîfê piştgirîdayîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Her wiha Înîsiyatîf dê hewl bide ku bi raya giştî re ragihîne ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê mafekî xwezayî û rewa ye û wê li Rojhilata Navîn rêya aramî û aştiyê veke. Em di wê baweriyê de ne ku dilê hemû Kurdên Bakurî bi birayên xwe yên Başûrî re ye û piştgiriyê didin serxwebûna Herêma Kurdistanê. Yek ji armancên me ev e ku vê piştgiriyê diyar bikin. Înîsiyatîfê bi van armancan dest bi xebatên xwe kir û serdana xwe ya pêşî li Baroya Batmanê kir û derket holê ku Baroya Batmanê wek parêzer û mafnasan serxwebûna gelê Kurd wek mafekî rewa dibîne û piştgiriyê dide referandûmê. Her wiha şaxa Înîsiyatîfê dê biçe serdana hin partiyên siyasî ên weke HDP, DBP, HUDAPAR, AKP û her wiha hin sazî û dezgehên sivîl û giregir û rûsipiyên tên nasîn û piştgiriyê bixwaze û bi raya giştî re parve bike. Înîsiyatîf, di wê baweriyê de ye ku kurdên Bakur baş dizanin çarenûsên me û Başûriyan bi hev ve girêdayî ne û bi dil û can piştgiriyê didin birayên xwe. Em jî dixwazin vê piştgiriya heyî derxin holê û raxin ber çavan û cîhanê pê bihesînin.”

Serokê Şaxa Batmanê yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û endamê Înîsiyatîfê Aziz Özdemir, armanc û xebatên înîsiyatîfê wiha dinirxîne: “Armanca Înîsîyatifê bangeke bi taybetî piştgiriya Bakur ji bo referanduma serxwebunê ya Herêma Kurdistanê ye. Armanc ew e ku ev mafê rewa li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê bi erênî deng bide. Armanc ew e ku Batman ji bo piştgiriyê helwesta xwe bi asteke bilind diyar bike û hestên neteweyî xurttir bike. Armanc ew e ku piştgiriya Kurdên Bakur li referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin û li cîhanê ragihînin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê mafekî xwezayî û rewa ye. Xebatên Înîsiyatîfê ji bo ku şaxek ji "Înîsiyatîfa Pişgiriya Referanduma Serxwebûnê" ye xebatên me dê nezî hev bin. Înîsiyatîfa Batmanê bi armanca daxwazkirina piştgiriya rapirsîna serxwebûna Kurdistanê wê digel hin partiyên siyasî (HDP, DBP, AKP, HUDAPAR) sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên Girseyî ên Demokratîk, sendîqa, saziyên çapemeniyê û rewşenbîran hevdîtin û serdanan pêk bîne. Zîyaret û hevdîtînên pêk werin dê bi rêya çapemenîyê bên agahdarkirin."Banga Înîsîyatîfê” dê li her cî bê belavkirin. 20.08.2017an de konferansek dê li Batmanê bê lidarxistin.

Berdevkê Înîsiyatîfa Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê, Îlahiyatnas û Mamosteyê Kurdî Aydin Üneşi jî di derheqê armanc û xebata înîsiyatîfê de wiha axivî: “Armanca înîsiyatîfê tişta ku înîsiyatîfa navendî bi şertên dîplomatîk û guhertina nêrînan tevdigere, em jî heman tiştî di şert û mercên herêmî de dixwazin pêk bînin. Yanî armanc ew e ku nêrîn bên guherandin. Em dixwazin di vî karê pîroz de xebata me jî hebe û nêrîna gelê Kurd li Batmanê yê ji bo serxwebûnê biguherînin û piştgiriya referandûma serxwebûnê bikin.” Üneşi di berdewamiya axaftina xwe de; “Înîsiyatîfê li Batmanê nexşerêyek daniye pêşiya xwe ku dê serdana partî, saziyên sivîl, komele û kesayetên girîng bike. Taybetmendiya vê înîsiyatîfê jî ew e ku her kesekî ku dixwaze tevlî van xebatan bibe dikare were nav înîsiyatîfê û xebatan bike.” Aydin Üneşi axaftina xwe wiha bidawî tîne: “Ev ezmûn ji bo her Kurdekî ezmûneke girîng e. Ji bo her Kurdekî daxwaza welatekî serbixwe weke şîrê dayîka wî ye. Ji aliyê meşrûiyetê ve ez vê yekê dibêjim. Kurdê ku piştgiriya serxwebûnê neke wê ji siûdê kêm bimîne. Ji bo welatên der û dora Kurdistanê jî ezmûnek e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:26