Nûnertiya YNK'ê li Enqerê hat asêkirin
Hat ragihandin ku Tirkiye Nûnertiya Enqere ya Yekîtiya Neteweperwerên Kurdistan (YNK) asê kiriye.
24.08.2017, Per - 09:39
Piştî asêkirina Nûnertiya YNK'ê Nûneriya Enqere Behroz Gelalî Li Tirkiye'yê derket.
Behroz Gelalî vegera xwe ya Kurdistan'ê de li balafirgehê daxûyaniyek da û anî ziman ku; jiber sedema asêkirina nûnertiyê jiber hinek bûyerên bi têkiliya xwe girêdayî PKK da nîşan û got sedemê asêkirina nûnertiyê ev bû.
Behroz Gelalî devama axaftina xwe de da zanîn ku; "Çend roj berê Wezîreta Karêderve ya Tirkiye'yê em derbarê sedemên asêkirina nûnertiyê de agahdar kirin û gotin jiber bûyera ku li herêma bin kontrola YNK'de qewimiye em nûnertiya we asê dikin."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:00