Nûşîrevan Elçî: Li Tirkiyê li hember zimanê Kurdî bêtehemûlî heye

Serşewirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nûşîrevan Elçî derbarê qutkirina axaftina bi zimanê Kurdî ya dayîkekê li televîzyoneke taybet a Tirkiyê, bertek nîşan da.
17.12.2022, Cts - 09:49
Nûşîrevan Elçî: Li Tirkiyê li hember zimanê Kurdî bêtehemûlî heye
Nuçe Belav bike

Serşewirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nûşîrevan Elçî derbarê qutkirina axaftina bi zimanê Kurdî ya dayîkekê li televîzyoneke taybet a Tirkiyê, bertek nîşan da û diyar kir ku mixabin li Tirkiyê ji berê ve, nêrînek wisa li dijî zimanê Kurdî heye û got ku bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî berdewam e.

Nûşîrevan Elçî ji K24ê re diyar kir: “Mixabin ji berê ve li Tirkiyê li hember zimanê Kurdî bêtehemûlî heye. Divê were zanîn ku bi sansurkirina zimanê Kurdî ev ziman ji holê ranabe.”

Elçî destnîşan kir: “Birêz Serokomar jî strana Bîngol şewitî dibêje û kanala fermî ya Kurdî heye û di zankoyan de beşên Kurdî hene, lê li gel van hîn jî bêtehemûlî li hember zimanê Kurdî heye.”

Derbarê endambûna Partiya Komarî ya Gel (CHP) de jî eşkere kir: “Sedema cihgirtina min a di nav CHPê de ew e ku Birêz Kiliçdaroglu li ser çareserkirina pirsa Kurd helwest nîşan dide û ez hêvî dikim dê rojên pêş de CHP derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyên wêrektir bide.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:50