Otubusa Agiriyê qeza kir: Gelek mirî û birîndar hene!

Li navçeya Polatliyê ya Enqereyê otobuseke rêwiyan li lingê pirê xist, di vê qezayê de gelek kes mirin û gelek birîndar jî hene.
09.08.2024, Cum - 09:50
Otubusa Agiriyê qeza kir: Gelek mirî û birîndar hene!
Nuçe Belav bike

Tîmên tenduristiyê birîndaran vediguhêzin nexweşxaneyan û rêya Enqere û Eskîşehîrê hat girtin.

Otobusa ku qeza kiriye ya fîrmaya "Agri Seç Turîzm"ê ye.

Qezayê derdora demjimêr 05:00an rû da.

Li gorî agahiyên, otobusa ku ber bi Eskîşehîrê ve diçû li Polatliyê li lingê pirê da.

Gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemiriandinê çûn cihê qezayê û birîndaran dibin nexweşxaneyên nêzîk. 

9 mirî, 26 birîndar

Parêzgarê Enqereyê Vasîp Şahîn ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 9 kes mirine û 26 birîndar hene.

Dibe ku ajokar raketibe

Parêzgarê Enqereyê diyar kir, dibe ku ajokar razabe çimkî li cihê qezayê şûna frênan nîne.

Parêzgar herwiha ragihand ku ajokar jî di nav miriyan de ye. 

Ajokarekî ku bûye şahidê qezayê jî got ku otobus bi lez diçû, wan hişyariyê dayê lê ajokar dîsa jî bi xwe nehisiyaye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:15