Parlamenterê HUDA-PARê Ramanlî: Divê endamtiya Swêdê ya NATOyê bê vetokirin

Parlamenterê HUDA-PARê Serkan Ramanlî diyar kir ku divê endamtiya Swêdê ya NATOyê bê vetokirin û ambargoya dîplomatîk li ser wî welatî bê cîbicîkirin.
13.07.2023, Per - 10:42
Parlamenterê HUDA-PARê Ramanlî: Divê endamtiya Swêdê ya NATOyê bê vetokirin
Nuçe Belav bike

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî duh 12ê Temûza 2023an li Parlamentoya Tirkiyê li ser mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Ramanlî amaje bi wê yekê da ku di dema nû de divê hemû partiyên siyasî yên desthilat û opozîsyonê ji bo destûreke nû bên ba hev û pêşwazî li bendewariyên civakî bê kirin.

Ramanlî herwiha got, rojeveke bingehîn a parlamentoyê jî divê çêkirina destûreke bingehîn a sivîl be.

Parlamenterê HUDA-PARê li ser mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê jî axivî û got, polîsên Swêdê rê dane çalakiyên şewitandina Quranê û ev yek dijminatiya Îslamê ye. Ramanlî tekez kir, ku pêwîst e endamtiya Swêdê ya NATOyê were vetokirin.

Civîna yekalîker a sê alî ya Serokkomarê Tirkiyê, Serokwezîrê Swêdê û Sekreterê Giştî yê NATOyê li Vilniusa paytexta Lîtwanyayê hat kirin. Di civînê de Erdogan glopa kesk bo endambûna Swêdê ya NATOyê pêxist, bi vê jî Swêd nêzîkî wê yekê bûye ku bibe 32emîn endamê wê rêxistinê.

Di 11 û 12ê Temûzê de lûtkeya NATOyê li Lîtwanyayê hat sazkirin û 31 endamên wê hevpeymaniya leşkerî mijarên di rojeva xwe de gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 773 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:38