Parlamenterê YSPê Kamaç: Me şaşî kir, me li Kurdistanê qadeke rewa ji CHPê re vekir

Partiya Çepên Kesk (YSP) di hilbijartinên 14'ê gulanê de li Amedê kursiyeke xwe ji dest da û ji 12 kursiyan tenê 8 kursî bi dest xist. Lê AK Partiyê hem 3 kursiyên xwe yên berê parast û hem jî dengên xwe zêde kir. CHP'ê jî piştî 21 salan li Amedê bi dengên dengderên Partiya Çepên Kesk parlamenterek bi dest xist û Sezgîn Tanrikulu şande parlamentoyê.
16.05.2023, Sal - 16:44
Parlamenterê YSPê Kamaç: Me şaşî kir, me li Kurdistanê qadeke rewa ji CHPê re vekir
Nuçe Belav bike

Beşek ji dengderên Partiya Çepên Kesk ji ber vê şikestinê banga destjikarkişandinê li Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dikin.

Piştî hilbijartinan çavên Tirkan li Enqereyê lê çavên Kurdan li encamên hilbijartinê yên Amedê bû.

Li Amedê ji bo parlamentoya Tirkiyeyê 12 kursî hatine veqetandin. Vekirina sindoqên dengdanê ji sedî 100 temam bû.

Li gorî encamên Desteya Bilind a Hilbijartinan, Partiya Çepên Kesk 8 kursî, AK Partiyê jî 3 kursî bi dest xistin. Partiya Komarî ya Gel CHP'ê jî piştî 21 salan cara yekemîn e ku li Amedê kursiyek bi dest xist. Hem jî bi 95 hezar dengan.

Berdevkê CHP'ê yê Amedê, Mehmûd Oral derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Gelek welatiyên me ji bo çareserkirina pirsa kurd li Amedê nebûna parlamenterekî weke kêmasî didîtin. Ji ber vê yekê jî Sezgîn Tanrikulu tercîh kirin. Welatiyan got ger em ê pirsgirêka kurd çareser bikin divê li Amedê parlamenterek CHP'ê hebe.”

Li gorî encamên hilbijartinê, Partiya Çepên Kesk (YSP) li gorî hilbijartina 2018'an hem kursiyee xwe kêm kir û hem jî rêjeyeke girîng a dengên xwe.

Beşek ji dengderên vê partiyê li hemberî stratejiya hilbijartinê ya partiya xwe (YSP) nerazî ne û dixwazin herdu hevserok û rêveberên wan dest ji kar bikişînin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê, Mihemed (Mehmet) Kamaç dibêje, dibe ku di stratejiya wan a hilbijartinê de şaşiyek hebe û diyar kir, ku em dê xwe rexne bikin.

Mihemed Kamaç herwiha got: “Belkî şaşîtiya stratejiya me ew bû ku me li kolanên Kurdistanê qadeke rewa ji CHP'ê re vekir. Dibe li çend bajarên Kurdistanê weke Amed, Agirî, Batman û Wanê çend parlamenter ji ber vê şaşîtiyê me kêm kir. Berpirsyarên wê em in. Gerek em li xwe vegerin. Em dê xwe rexne bikin.”

Partiya Çepên Kesk ku Amedê weke keleya xwe dibîne şikestineke berbiçav xwar, ji ber ku AK Partiyê hem 3 kursiyên xwe yên berê parast û hem jî dengê xwe zêde kir. Di serî de jî parlamenterek bi dengên dengderên Partiya Çepên Kesk gihişte CHP'ê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:54:28