Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema Rewşa Awarte pesend kir

Parlamentoya Tirkiyê dema Rewşa Awarte li wî welatî bo 3 mehên din dirêj kir.
18.04.2017, Sal - 16:30
Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema Rewşa Awarte pesend kir
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Tirkiyê dema Rewşa Awarte li wî welatî bo 3 mehên din dirêj kir.

Li gorî agahiyan, Serokwezîriya Tirkiyê proje biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte li seranserî wî welatî bo pesendkirinê şand parlamentoya wî welatî.

Parlamentoya Tirkiyê jî îro sêşemiyê di civîna xwe ya asayî de ,proje biryara hikûmetê ya ji bo dirêjkirina dema Rewşa Awarte pejirand.

Li gorî biryara nû, dê heta 3 mehên din li seranserî Tirkiyê rewşa awarte hebe û dê ji saet 01:00 çarşembiyê 19ê Nîsanê ve dest pê bike.

Ev cara sêyemîn e ku dema rewşa awarte tê zêdekirin.

Duh Encumena Asayişa Netewî ya Tirkiyê di civîna xwe, pêşniyar kir, ku rewşa awarte li wî welatî bo careke din jî were dirêjkirin.

Piştî hewla kodetaya 15ê Tîrmeha 2016ê ya li Tirkiyê, hikûmeta wî welatî rewşa awarte li seranserî welat ragihand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1685 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:22