Partiya Saadetê: Helwesta li hemberî Kurdî encama polîtîkayên ewlehiyê ye

erokwekîlê Grûpa Partiya Saadetê Bulent Kaya rexne li jêbirina hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî girtin û got, ''Helwesta li dijî Kurdî encama polîtîkayên ewlehiyê ye''
05.08.2024, Pts - 09:53
Partiya Saadetê: Helwesta li hemberî Kurdî encama polîtîkayên ewlehiyê ye
Nuçe Belav bike

Ev demek e li Bakurê Kurdistanê hişyariyên bi Kurdî yên li ser rê û cadeyan ku ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve hatine nivîsîn, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tên jêbirin.

Herwiha bi dehan xort û ciwanên Kurd jî ji ber govend û dîlanên Kurdî tên desteserkirin.

Serokwekîlê Grûpa Partiya Saadetê Bulent Kaya di hevpeyvineke xwe ya ligel Ajansa Mezoptamyayê de rexne li vê helwêsta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî zimanê Kurdî girtin.

Kaya ragihand ku Tirkiye ji salên 90î heta niha di nav nîqaşên derbarê pirsa Kurd de ye û got:

“Ev yek ji bilî windakirina bi Tirkiyeyê bi kêrî tiştekî nayê.”

“Hewil tê dayîn ku daxwazên gelê Kurd bi terorê ve bên girêdan”

Bulent Kaya amaje bi wê yekê da ku pêvajoya li dijî zimanê Kurdî bi desteserkirina kesên govêndê digirin dest pê kiriye û bi jêbirina hişyariyên Kurdî yên trafîkê berdewam dike û got:

"Hewil tê dayîn ku daxwazên herî masûmane yên gelê Kurd jî bi terorê ve bên girêdan û krîmînalîzekirin."

Kaya got, “Hewl tê dayîn ku alozî bên çêkirin. Helbet ne pêkan e ku em bi erênî nêzîkî vê yekê bibin.

Qedexe di nav gel de hestê aîdiyetê dilerzîne û li cem mirovan dibe sedema veqetîna hestiyarî.”

“Ti bingeheke hiqûqî ya jêbirina nivîsên Kurdî yên li ser rêyan nîne”

Serokwekîlê Grûpa Saadetê ragihand ku ti bingeheke hiqûqî ya jêbirina nivîsên Kurdî yên li ser rêyan nîne û tekez kir ku ev karên tên kirin ti sûdekê ne digihînin dewletê û ne jî digihînin miletê Tirkiyeyê.

Kaya helwêsta Hikûmeta Tirkiyeyê ya dijî zimanê Kurdî jî bi polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê ve girêda û got:

“Di meseleya Kurd de `eqlê ewlehîkar` careke din vegeriyaye destpêka alfabeyê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kaya di serî mixalefet bangî hemû partiyên Tirkiyeyê kir ku di meseleya zimanê Kurdî de bi helwêsteke maqûl û aqilane tevbigerin û got:

“Divê herkes bawer bike ku dê bikare bi cudahiyên xwe Ii vî welatî bijî û derbarê vê yekê de polîtîka bên bipêşvebirin û pêngavên pêwîst bên avêtin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:57