Pispor: Tirkiye bi plana nû dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê dirêj bike

Tirkiye plansaziya vê yekê dike ku li Suriyê deverên ku ev bi salane bi destê parêzgerên cuda cuda birêve dibe bi yek rêveberiyekê kontrol bike. Pisporên nêzî hikûmetê vê planê pişrast dikin dibêjin bi ev planê Enqere peyamekê dide Şamê. Şarezayên babetê jî dibêjin ev plan bi du armancan tê karîgerkirin.
26.08.2023, Cts - 16:29
Pispor: Tirkiye bi plana nû dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê dirêj bike
Nuçe Belav bike

Tirkiye ya ku tevî çendîn hevdîtinan ji bo asayîbûna pêwendiyên li gel Suriyê encameke erênî vernegirtiye ji bo deverên bin kontrola xwe de serî li rêyeke nû dide. Destihlata Tirkyê pilan dike bi yek rêveberî navçeyên ku li Sûryê kontirol dike brêve bibe. Rojnameya Tirkya ya nêzîkê destihlata Tirkî belavkirye, Enqera sîstemekî nû ji bo birêvebirina navçeyên li sûryê kontirol dike ava dike û bi vê sîstemê jî 13 navçeyan, kontrolkirî di serî de jî Ezaz, Cerablus, El bab, 'Efrîn, Grê Spî û Serê Kanyê bi destê yek parêzgerekî birêve bibe.

Pisporên nêzî hikûmetê ku vê planê piştrast dikin dibêjin amadekarî tê kirin ku demeke nêzîk de ev plan bê cibicîkirin û ev plan peyameke ji bo rejima Suriyê

Serokê Saziya KAFKASSAMê Prof.Dr.Hasan Oktay ji K24ê re got: “Tirkiye ev heyameke dirêje ji bo ku li bakurê Suriyê devereke ewle ava bike di nava hewildanên girîng de ye. Taybetî ji bo ku rêveberiya deverên ku kontrol dike hêsantir bike parêzgereke taybet ji bo ser tevahiya deverê tê erkdarkirin. Rojên pêşiya me de ev plan dê bê karîgerkirin. Ew hewla Tirkiyê bersiveke ji bo Rejîma Esed û dibêje ez heta heyameke dirêj ji Sûriyê dernakevim.”

Şarezayên babaetê jî amaje pê dikin ku ev plan demeke dirêje di rojeva hikûmeta Tirkiyê de bû û bi du armancên sereke niha tê karîgerkirin.

Pipsorê Rojhilata Navîn Oytun Orhan dibêje: “Li Sûriyê li deverên bin kontrola Tirkiyê de avakirina rêveberiyeke navendî ev heyameke dirêje di rojeva Enqerê de bû. Ev plan niha tê karîgerkirin. Bi vê planê armanca sereke ew e ku di egera operasyonekê de di warê teknîkî de hêsaniye çêbe û yekser amadekarî bi yek navendê de bê kirin. Li gel vê yekê Tirkiye dixwaze bi vê planê dijî rejîma Esad muxalefetê di bin banê yek rêveberiyekê de kom bike û destê xwe bihêz bike dijî Esad.

Tirkiyê di navbara salên 2015 û 2020an de 6 operasyon li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdsitanê pêk anîn, di nav operasyonan de 13 deverên Sûriye û Rojava xistine bin kontrola xwe de. Pipsor û şarezayên babetê jî amaje dikin ku Tirkiye tevî nerazîbûnên rejîma Esed, bi vê planê dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê demdirêj bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:02:17