Piştî hilbijartinê ji Demirtaş yekemîn daxuyanî

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî hilbijartinan got, “Em têk neçûn. Bila kes bê hêvî nebe ji ber ku em têk naçin. Teslîmbûn nîne. Têkoşînê bidomînin, bidomînin, bidomînin.”
29.05.2023, Pts - 08:14
Piştî hilbijartinê ji Demirtaş yekemîn daxuyanî
Nuçe Belav bike

Siyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî eşkerekirina encaman li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Demirtaş di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku ew di hilbijartinan de têk neçûne û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Demirtaş dibêje:

“Ez spasiya hemû kesên ku ji bo dengdanê çûne ser sindoqan, yên ku xwestine lê nekarîne biçin, yên ji bo parastina dengan li berxwe dane, yên ku ked dane dikim.

Li hemberî hêzeke mezin a operasyonê ya ku dewlet girtiye, gihandina vê rêjeya dengan jî bi kampanyayeke hilbijartinê ya bi prensîb û exlaqî weke mûcîzeyekê tê dîtin.

Bi rastî ev ne hilbijartin, lê operasyoneke mezin hat kirin. Pêvajoya hilbijartinê bi newekhevî, guvaş, derew, bêbextî û tohmetan (reşkirinan) derbas bû.

Ligel vê yekê jî, bê guman raya giştî guhertin pejirand, lê tevahiya pêvajoyê hate manîpulekirin.

Em têk neçûn. Bila kes bêhêvî nebe ji ber ku em têk neçûne.

Teslîmbûn qet nîne.

Têkoşînê bidomînin, bidomînin, bidomînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:56