Piştî hişyariyên Fransa li ser Efrînê, Erdogan telefona Macron kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser operasyona Efrînê telefona serokê Fransa Emmanuel Macron kir.
04.02.2018, Paz - 07:46
Piştî hişyariyên Fransa li ser Efrînê, Erdogan telefona Macron kir
Nuçe Belav bike

Piştî ku serokê Fransa Emmanuel Macron li ser êrişên artêşa Tirkiyê li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê, Erdogan telefona wî kir.

Li gorî agahiyan, Macron dîsa nîgeraniya xwe li hember dirêjbûna operayona Efrînê anî ziman. Li hember Erdogan ji Macron re got ku qesta Tirkiyê dagîrkirina xaka Sûriyê nîne.

Serokê Fransa Emmanuel Macron li ser operasyona Efrînê hişyarî dabû Tirkiyê û gotibû, nabe Tirkiye şerê terorê bike behane û xaka Sûriyê dagîr bike.

Ev 16 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1871 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:06