PWK, li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîrtîne

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîrtîne.
14.03.2024, Per - 11:09
PWK, li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîrtîne
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 16ê Adara 2024ê li Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîrtîne.

Li gorî ragihandina Buroya Ragehandinê ya PWKê li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê Jenosîda Helebçeyê de dê gotarekê pêşkêş bike.

Bibîranîna li Stenbolê, roja şemîyê, 16.03.2024ê, di saet 14.00an de dê li Nûneratîya PWKyê ya Stenbolê(Kadınlar Pazarı/Fatih-İstanbul) bê li dar xistin.

Her wiha li Teşkîlata Amedê ya PWKyê Bi moderatorîya Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê Jenosîda Helebçeyê de dê gotarekê pêşkêş bike.

Bibîranîna li Amedê, roja şemîyê, 16.03.2024ê, di saet 11.00an de dê li Li Teşkîlata Amedê ya PWKyê (Kooparetifler Mah. Gevran Cad. Kocakaya Apt. No 2/5 Yenişehir/Diyarbakır) bê li dar xistin.

Li Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê di moderatorîya Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Xidir Ûso nivîskarê kurd Recep Dildar û Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê nezîr gelerî dê di derbarê Jenosîda Helebçeyê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Bibîranîna li Mêrdînê, roja şemîyê, 16.03.2024ê, di saet 14.00an de dê li Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê (Cadeya Urfayê li ser Zêrker Lokman Qat:5 Qoser-Mêrdîn) bê li dar xistin.

Li Teşkîlata Wanê ya PWKyê Nivîskar û Weşangerê Kurd Qahir Bateyî û Rêvebirê PWKyê Îsmet Elçî dê di derbarê Jenosîda Helebçeyê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Bibîranîna li Wanê, roja şemîyê, 16.03.2024ê, di saet 13.30an de dê li Teşkîlata Wanê ya PWKyê (Sanat Sokağı Ova İş Merkezi Kat:5 No:401 İpekyolu / Van) bê li dar xistin.

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, roja şemîyê, 16.03.2024ê, di saet 11.00an de, li Batmanê (Êlih), li destpêka Cadeya Gulistanê, dê bi civîneke çapemenîyê Jenosîda Helebçeyê bibîrbîne.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bangî gelê me yê Amed, Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê dike da ku beşdarî van çalakîyên bibîranîna Jenosîda Helebçeyê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:17