Rapirsiya dawî: Rêjeya dengê Erdogan, Kiliçdaroglu û Demirtaş çi qas e?

Saziya Lêkolînan û Rapirsiyê ya MetroPOLL derbarê berbijêriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş encama rapirsiyeke xwe aşkere kir.
12.05.2022, Per - 11:57
Rapirsiya dawî: Rêjeya dengê Erdogan, Kiliçdaroglu û Demirtaş çi qas e?
Nuçe Belav bike

Ozer Sencar xwediyê Kompanyaya Lêkolînan û Rapirsiyê ya MetroPOLLê li ser hesabê xwe yê Twitterê encama rapirsiyeke nû ya wê kompanyayê belav kiriye.

Di rapirsiyê de ji welatiyan hatiye pirsîn, “Eger di hilbijartinên pêşerojê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Selahattin Demirtaş bibin namzed, hûnê dengê xwe bidin kê?”

Li gorî bersiva beşdarên rapirsiyê, Erdogan ji sedî 40,1, Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ji sedî 30,2 û Demîrtaş ji sedî 15,2 dengan distînin.

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 97ê dengderên AK Partiyê Erdogan hildibijêrin, ji sedî 80,2ê dengderên CHPê jî dengê xwe didin Kiliçdaroglu.

Her li gor rapirsiyê, ji sedî 60,3ê dengderên ÎYÎ Partiyê di nava berbijêrên serokkomariyê de, Kiliçdaroglu hildibijêrin.

Di nava dengderên CHPê de, hejmara kesên ku gotine dê dengê xwe bidin Erdogan ji sedî 4,6 û kesên ku deng didin Demîrtaş jî ji sedî 9 hatiye ragihandin.

Ji sedî 91,3ê dengderên HDPê gotine ku ew dê dengê xwe bidin Demîrtaş û ji sedî 8,7 jî dengê xwe bidin Kiliçdaroglu.

Ji sedî 8,4 dengderên MHPê piştgirî didin Demîrtaş

Li gor rapirsiya MetroPOLLê ji sedî 84ê dengderên MHPê dixwazin careke din Erdogan bibe Serokkomarê Tirkiyê. Herwiha ji sedî 8,4 kesên ku di vê rapirsiya nû de dengê xwe dane MHPê, di nava berbijêrên serokkomariyê de piştgiriya Demîrtaş kirine.

Welatiyên ku di rapirsiyê de dengê xwe dane Partiya Saadetê ji sedî 42ê wan kesan piştgirî dane berbijêrê CHPê Kemal Kiliçdaroglu. RLi gor encamên rapirsiyê rêjeya endamên wê partiyê yên ku dixwazin Erdogan careke din wek Serokomar bê hilbijartin ji sedî 25,8 hatiye tomarkirin.

Ji dengderên IYI Partiyê jî, ji sedî 11,8 dengê xwe didin Erdogan û ji sedî 9,5 jî deng didin Demîrtaş.

Di rapirsiyê de rêjeya kesên ku gotine “dengê protestoyê” ji sedî 10,5, herwiha yên bêbiryar ji sedî 3,3 û yên ku bersiv nedane jî ji sedî 0,7 hatiye tomarkirin.

Image

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:32