Qaymeqamiya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê 16ê vê lîstika bi Kurdî ya şanoyê “Qral û Travîs” qedexe kiribû.
Piştî vê qedexeya bêsedem gelek bertek bertek hatibûn nîşandan.
Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan îdia kir ku Alî Yerlîkaya piştî bertekan ev qedexe rakiriye.
Li gorî Ahmet Hakan, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeye Alî Yerlîkaya gotiye “Qedexeyeke wiha nabe” û biryara qedexeyê betal kiriye.
Ahmet Hakan li ser mijarê wiha nivîsî:
“Qaymeqamiya Şîşliyê şanoya bi Kurdî qedexe kiribû.
Li gorî agahiya ku Wezaretê daye, Alî Yerlîkaya gotiye ‘Qedexeyeke wiha nabe.’
Biryara qedexeyê yekser hatiye rakirin.
Dê ew lîstika bi Kurdî li Şîşliyê were nîşandan.”
Li hêla din, heman lîstik 10ê Sibatê li Dîlokê hatibû qedexekirin.
Qral û Travîs 17ê Kanûna Paşîn jî li navçeya Panosê ya Agiriyê hatibû qedexekirin.
Bi taybetî qedexeya li Stenbolê bûbû sedema gelek bertekan.