Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin

Serokê Şaredariya Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê Ahmet Ozer ê ku ji CHPê hatiye hilbijartin, bi tometa “endamtiya rêxistinê” hat girtin.
31.10.2024, Per - 10:09
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
Nuçe Belav bike

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku duhî danê sibehê hatibû binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyê li rêveberiya polîsan, bo dozgeriyê hat birin.

Ahmet Ozer, piştî îfadeya li dozgeriyê, bi tometa “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê, bo Dadgeha Cezayê ya Sulhê hat birin.

Hat ragihandin, Ozer piştî lêpirsîna li dadgehê, bi tometa “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Ozer di îfadeya xwe de ev tomet red kir û got ku ev hemû ji bo ku ew ji kar bê avêtin hatin çêkirin û ji bo ku qeyûm li şûna wî deynin.

Ozer di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev dozek siyasî ye, ez akademîsyen im, profesor im, 40 sal in li gelek astên dewletê xebitîm. Di vê heyamê de derbarê min de ti lêpirsîn û doz nehatiye vekirin, ez neçûme dadgehê jî.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:17