Şebnem Korur Fincanci serbest hat berdan

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, îro 11ê Çileya 2023ê bi biryara dadgehê serbest hat berdan.
11.01.2023, Çar - 10:49
Şebnem Korur Fincanci serbest hat berdan
Nuçe Belav bike

Îro 11ê Çileya 2023ê, li Stenbolê sêyemîn rûniştina doza Şebnem Korur Fincanci li Stenbolê birêve diçe. Şebnem Korur Fincanci, ku 7 sal û 6 meh cezaya girtîgehê jê re dihat xwestin, bi biryara dadgehê hat berdan.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:36