Serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo Tirkiyê hat betalkirin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragigand ku wan serdana Wezîrê Derve yê Swêdê ya bo Tirkiyê betal kiriye û got: “Di asta ku em hatinê de ti wateyeke serdanê nema.”
21.01.2023, Cts - 12:05
Serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo Tirkiyê hat betalkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Swêdê Pal Jonson roja 19ê Çileya 2023an ragihandibû ku ew dê li ser vexwendina Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana Tirkiyê bike.

Biryar bû Pal Jonson 27ê vê mehê serdana Enqerê bike, lê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro roja Şemiyê 21ê Çileya 2023an li Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ew serdan betal kiriye.

Akar amaje bi çend çalakiyên li dijî Tirkiyê yên li Swêdê da û got: “Me dît ku piştî van êrîşên li dijî welatê me û Serokkomarê me, ti tedbîrek nehatiye wergirtin. Ji ber wê jî di asta em hatinê de ti wate û girîngiyeke serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Johnson nema ku biryar bû 27ê Çile pêk bê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:37