Şerê malbatan: Bav hat kuştin û 3 kurên wî hatin girtin

Li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyê, piştî şerê di navbera du malbatan de cendimeryên ku çûne gund midaxeleyê bûyerê kirin û di wê demê welatiyê Kurd ê bi navê Suleyman Cabir bi guleya cendirmeyan jiyana xwe ji dest dide. Herwiha ji malbata Cabir 3 kes jî hatin girtin.
12.04.2023, Çar - 08:46
Şerê malbatan: Bav hat kuştin û 3 kurên wî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Gazete Duvarê, li Gundê Civler ê Çanakkaleyê di navbera herdu malbatên Cabir û Ozenç de ji ber erd pevçûn derket.

Suleyman Cabir ji aliyê endamên malbata Ozenç ve rastî êrîşa bi kêrê hat. Di şer de Enver Ozenç jiyana xwe ji dest da. Suleyman Cabir ku çend kêr lê ketine bi birîndarî vegeriya malê. Hevjîna Suleyman Cabir cenderme ji bûyerê agahdar dike. Di navbera cendirmeyên ku çûne cihê bûyerê û zarokên Cabir de nîqaş derdikeve. Hat îddîakirin ku cendirmeyan bi tundî midaxele kiriye û çawîşekî gule berda zikê Suleyman Cabir. Suleyman Cabîr bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê tevî hemû hewlên bijîşkî ji mirinê rizgar nebûye.

Hat zanîn ku hemû endamên malbata Cabîr hatin desteserkirin.

Ji endamên malbatên hatin desteserkirin Yucel Cabir, Yavuz Cabir û Omer Cabir hatin girtin.

Herwiha cendirmeyê Suleyman Cabir kuştiye ew jî hatiye desteserkirin.

Di heman demê de hat zanîn ku ji bo lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin jî biryara nepeniyê hatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:52